Mesrûr Barzanî: Kabîneya nehem girîngiyê dide hemecurkirina aboriyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide hemecurkirina aboriyê û bi taybet pêşxistina karta çandiniyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Îspanya li Iraqê Juan Jose Escobar kir û di hevdîtinekê de girîngîpêdana bi pêwendiyên di navbera Îspanya û Herêma Kurdistanê hat guftûgokirin.
Balyoza Îspanyayê amadehiya welatê xwe ji bo geşepêdana pêwendiyên bazirganiyê û handana weberhênana Îspanî li Herêma Kurdistanî nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê da, kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyê dide hemecurkirina aboriyê û bi taybet pêşxistina karta çandiniyê û asankariyên pêwîst pêşkêşî werberhênerên nevxwe û biyanî dike.