Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropa rewşa Iraqê guftûgo dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa Martin Huth li Iraqê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa Martin Huth li Iraqê kir.

Di civînê de ku Nûnerê Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê amade bû, pêngavên li Iraq û Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna bandemiya vîrûsa Koronayê û bandorên wê bi taybet di warê aborî de, metirsiyên terorê û tevgera DAIŞê, proseya siyasî û erkê hikûmeta nû ya Iraqê û hilbijartinên pêşwext ên dahatî yên Iraqê hatin guftûgokirin.

Dawî pêşhatên guftûgoya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Federalî ya Iraqê, tewereke din a civînê bû. Tê de Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê, ne tenê babeta mûçe û budceyê ye. Aramiya Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexda du babetên bi hev ve girêdayî ne. Yekîtiya Ewropa û civaka navdewletî jî dikarin hevkariya Iraqê bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Di civînê de, her du aliyan piştevaniya xwe ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê derbirîn û guftûgo derbarê çend tewerên din wek pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran, rola Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekgirtî li Iraqê û derfeta werberhênana Ewropî li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin.