“Leylûn peyameke sînemayî ji cîhanê re dişîne”

Li kampeke koçberên Efrînê li herêma Şehbayê, Festîvala Lêlûn a Sînameyê ya Navneteweyî dest pê kir.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li kampeke koçberên Efrînê li herêma Şehbayê, Festîvala Lêlûn a Sînameyê ya Navneteweyî dest pê kir.

Endamê Komîteya Amadekar a mîhrîcanê, Mihyedîn Arslan ji K24ê re ragihand, dibe ku ev cara yekem e di dîrokê de, miletekî koçber û bajarê wî hatiye dagîrkirin, festîvaleke sînemayê ya navdewletî ji nava kampekê ve lidar dixe.

Got jî: Ev festival bersiva wê dagîrkeriyê ye. Herwiha besivek ji bêdengiya navdewletî li hember dagîrkirina bajarê me ye.

Derbarê armancên festîvalê de Erselan got: “Me xwast bi riya vê festîvalê re, dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê “bes e bêdengî, em gelekî aştîxwazin”. ji ber wê jî me festival di Roja Aştiyê ya Cîhanî 21 Îlonê de li dar xist.”

Diyar kir jî: “Festîval di şert û mercên dijwar de li dar dikeve ku dorpêçeke tund li ser koçberên Efrînê li herêma Şehbayê heye, ji aliyekî rêjîma Sûriyê û ji aliyê din ve komên çete. Ev jî bû sedem ku gelek gelek derhênerên cîhanî û yên Sûriyê beşdarî festîvalê bibana, lê ji ber dorpêçê û belavbûna vîrûsa nikarîbûn beşdar bibana.”

Da zanîn jî, nêzîkî 2200 fîlm gihîştin fîstevakê, lê ewê tenê 58 fîlman pêşkêş bikin, ew nîşana berxwedana Efrînê ye. Di festîvalê de pêşbirka fîlmên dirêj, pêşbirka fîlmên kurt û pêşbirka belgefîlman heye û dê fîlmên serkeftî bêne xelatkirin.

Erslan amaje bi wê da, film dê li kampên koçberan bi girtina rênima û rêkarên tendirustiyê bêne pêşkêşkirin.