Parlementerekî Kurd daxwaza çareserkirina rewşa kolberan dike

Parlementerekî Kurd li Îranê eşkere dike ku kuştina kolberan li rojhilatê Kurdistanê berdewam e û hejmara kuştî û birîndarên sala borî gelek e û divê kuştina kolberan were sekinandin.

Hewlêr (K24) – Parlementerekî Kurd li Îranê eşkere dike ku kuştina kolberan li rojhilatê Kurdistanê berdewam e û hejmara kuştî û birîndarên sala borî gelek e û divê kuştina kolberan were sekinandin.

Nûnerê Mehabadê yê li Parlementoya Îranê Celal Mehmûdzade diyar kir ku par 166 kolber bi gulleyên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û birîndarkirin, ji ber vê yekê ji hikûmeta Îranê daxwaz dike ku çareseriyekê ji bo rewşa kolberan bibîne.

Celal Mehmûdzade destnîşan kir; bêkarî û hejarî wisa kiriye ku xelk berê xwe bide sînoran, li wir jî dibin armanca gulleyan.

Daxuyaniya parlementerê Kurd Celal Mehmûdzade di demekê de ye ku malpera Hengaw bo pirsên mafên mirovan li rojhilatê Kurdistanê belav kiriye ku tenê di meha borî de 31 kolber û kasibkar bi gulleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê bûne qurbanî. Niha zêdebûna hejmara qurbaniyan, hinek parlementeran jî aniye deng.

Nûnerê Pîranşar û Serdeşt ê li Parlementoya Îranê Kemal Husênpûr di nameyekê de ji Serokomarê Îranê daxwaz kir ku ji bo rewşa kolberan lêkolîneke bilez bike, herwiha daxwaz kiriye ku kuştina kolberan divê weke tawan were dîtin û tawanbar jî werin cezakirin.

Niha projeya rêkxistina karê kolberiyê li Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Îranê ye, ew jî heta niha kolberan weke qaçaxçî bi nav dikin.

Parêzer Usman Muzeyen dibêje: “Kolberî, ne pîşe ye. Tenê ji bo debarê karekî neçarî ye. Li gor yasayên Îranê jî nabe ew kolber werin kuştin, çimkî ti sûc nekirine û ti biryareke dadgehê jî tine.”

Hejmarek parlementer ji  Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Wezîrê Derve yê Îranê daxwaz kirine ku gulleberdana li kolberan bidin sekinandin, an derfeteke kar ji bo wan pêk bînin, an jî yasaya karê kolberiyê rêk bixin.