Berpirsê şaneyên razayî yên DAIŞê li Mexmûrê hat girtin

Dezgeha Hewalgîriya Leşkerî ya Iraqê desteserkirina berpirsê şaneyên razayî yên DAIŞê li navçeyeke nêzîkî Mexmûrê ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Hewalgîriya Leşkerî ya Iraqê desteserkirina berpirsê şaneyên razayî yên DAIŞê li navçeyeke nêzîkî Mexmûrê ragihand.

Rêveberiya Dezgeha Hewalgîriya Iraqê şeva bûrî di daxuyaniyekê de ragihand, ew berpirsê DAIŞê di operasyonekê de û li gor zanyariyên hûr ên hewalgîriyê hatiye desteserkirin.

Dezgeha Hewalgîriya Iraqê navê wî berpirsê DAIŞê di daxuyaniyê de aşkere nekir, lê ragihand: Ew teroristekî metirsîdar û berpirsê şaneyên razayî yên DAIŞê bû û li nahiya Qeracê ya ser bi Mexmûrê ve hat desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, kurekî wî berpirsê DAIŞê di şer de hatibû kuştin û birayekî jî wî ji ber encamdana tawanên teroristî hatiye girtin û sizaya 25 sal zîndan li ser e.

Dezgeha Hewalgîriya Iraqê da zanîn jî, ev teroristê hatiye desteserkirin, ji demekê ve tê xwastin û daxwaza desteserkirina wî li gor madeya 4 a terorê derketiye.