Li Sûriyê 3 amarên pêketin û mirina bi Koronayê

Li navçeyên rêjîma Sûriyê, opozîsyon û rojavayê Kurdistanê de 157 kes bi vîrûsa Koronayê ketin û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeyên rêjîma Sûriyê, opozîsyon û rojavayê Kurdistanê de 157 kes bi vîrûsa Koronayê ketin û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê ragihand ku 47 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane. Herwiha 15 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 3 hezar û 924 kesan, ji wan 998 kes baş bûne û 181 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Sûriye ku bûye 3 herêm, li bakurê rojavayê Sûriyê ku di destê opozîsyona Sûriyê de ye, duhî pêketina 71 kesan bi Koronayê ji aliyê navendên tendirustiyê ve hatin tomarkirin.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, heta niha li bakurê rojavayê Sûriyê pêketina 725 kesan bi vîrûsa Koronayê û mirina 9 kesan hatine tomarkirin.

Herwiha li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên rêveberiya Xweser jî, Desteya Tendirustiyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de, 39 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.

Bi vî awayî, heta niha li rojavayê Kurdistanê pêketina 1343 kesan bi Koronayê mirina 55 kesan ji aliyê Desteya Tendirustiyê ve hatine ragihandin.