Dr.Hikmet: Divê Kobanî metirsiyên Koronayê bi cidî bigirin

Desteya Tendirustiyê ya Kobaniyê hişyariyê dide welatiyan ku bi hatina werzê Payîzê re hejmara pêketiyên Koronayê zêdetir dibe û rewşa nexweşan jî girantir dibe.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Kobaniyê hişyariyê dide welatiyan ku bi hatina werzê Payîzê re hejmara pêketiyên Koronayê zêdetir dibe û rewşa nexweşan jî girantir dibe.

Şêwirmendê Desteya Tendirustiyê ya Kobaniyê Dr. Hikmet Ehmed ji K24ê re ragihand, pêştir rewşa pêketiyên Koronayê li Kobaniyê sivik bû, lê bi hatina werzê Payîzê re hejmara pêketiyên Koronayê li Kobaniyê zêde dibin û rewşa nexweşan jî giran dibe.

Amaje bi wê da, demek e dirêj e xwendekarên Kobaniyê bê xwendin man, çi dema êrîşa DAIŞê û piştre jî metirsiya êrîşên çekdaran de. Niha di dema belavbûna vîrûsa Koronayê de jî divê ku zarok bêne parastin, lê ev yek nayê wê wateyê ku em zarokên xwe neşînin dibistanan. Divê Desteya Tendirustiyê û Desteya Perwerdê bi hev re alîkar bin ji bo rênimayên tendirustiyê bigirin û zarokan li dibistanan biparêzin.

Diyar kir jî, ji bo rêgirtin li belavbûna vîrûsa Koronayê di nava xelkê û xwendekaran de, divê mask û lepik werin bikaranîn û welatî bi rûbera 1.5 metro ji hevdu dûr bikevin.

Dr. Hikmet Ehmed daxwaz ji welatiyên Kobaniyê kir ku pabendî rêkar û rênimayên tendirustiyê bibin û metirsiyên Koronayê bi cidî werbigirin, ji ber ku karînên wan lawaz in û ji bo rê li ber belavbûna vê nexweşiyê bigirin, divê welatî jî hevkar bin.

Amjeje bi wê jî da, heta niha ew dikarin rewşê kontrol bikin û wan 3 navendên kerentînekirin amade kirine, lê heger hejmara pêketiyan zêdetir bibe, dê nikarin rewşê kontrol bikin.