Li Stenbolê erdhejeke bi hêza 4.2 qewimî

Li herêma Marmarayê, erdhejek qewimî û li Stenbolê hat hîskirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Erdheja ku li herêma Marmara ya Tirkiyê qewimî û ji aliyê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) hêza wê bi 4.2 pile hat ragihandin, li Stenbolê jî hat hîskirin.

Li gor daxuyana Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li Deryaya Marmarayê erdhejeke bi pileya 4.2 qewimî.

Erdhej di demjimêr 16:38an de çêbû û li Stenbolê jî hat hîskirin.

Rasadxaneya Kandilli jî ragihand ku erdhej bi pileya 4.3 qewimiye.

Hat ragihandin ku erdhej di kûrahiya 6.8 kîlometre de çêbûye.

Li ser erdhejê Parêzgariya Stenbolê daxuyaniyek da û ragihand ku heta niha ji ber erdhejê agahiya bûyereke neyênî nehatiye.