Îdareya Minbicê: Tirkiye li deverên dagirkirî siyaseta tirkkirinê dimeşîne

Hevserokê Encûmena Rêveberiya Bajarê Minbicê Mihemed Xêr Şêxo ragihand ku Tirkiye siyaseta tirkkirina welatiyan dimeşîne û xelkê deverên bin desthilata xwe, neçar dike ku bi lîreyên Tirkiyê kirîn û firotinê bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Encûmena Rêveberiya Bajarê Minbicê Mihemed Xêr Şêxo ragihand ku Tirkiye siyaseta tirkkirina welatiyan dimeşîne û xelkê deverên bin desthilata xwe, neçar dike ku bi lîreyên Tirkiyê kirîn û firotinê bikin.

Mihemed Xêr Şêxo diyar dike ku dagirkeriya Tirkiyê xelkê herêmê neçar dike ku bi lîreyên Tirkiyê danûstandinê bikin û li temamê deverên dagirkirî ala Tirkiyê bilind kirine.

Şêxo eşkere dike ku Tirkiye bernameya xwe ya perwerdeyê aniye û bi ser xelkê herêmê de disepîne.

Mihemed Xêr Şêxo destnîşan dike; hemû wan tiştên ku Tirkiye dike, wê yekê tîne bîra mirov ku Tirkiye heman siyasetê di tirkkirina bajarê Îskenderûnê de jî encam dabû.

Hevserokê Encûmena Rêveberiya Bajarê Minbicê Mihemed Xêr Şêxo eşkere kir ku ew li herêmên ser bi îdareya Rêveberiya Xweser ziman û kultura xelkê xwe yê resen diparêzin û pabend in bi danûstandina bi diravên fermî yên Sûriyê.