Li Sûra Diyarbekirê dengên çakûçên hêsinkaran kêm dibin

Li Sûka Hêsinkaran ya li navçeya Sûr a Diyarbekirê dengê çakûçên hêsinkaran wekî berê nayê.

 

Diyarbekir (K24) - Li Sûka Hêsinkaran ya li navçeya Sûr a Diyarbekirê dengê çakûçên hêsinkaran wekî berê nayê. Pîşeya hêsinkariyê bi kêmbûna karûbarê gundewariyê re her ku diçe kêm dibe. Hosteyên hêsankariyê dibêjin; pîşeya ku ji hosteyên ermen hîn bûne roj bi roj ji holê radibe.

Ev der Sûka Hêsankaran ya li navçeya Sûra Diyarbekirê ye. Heta salên 1990an jî dengên çakûçên ermen û misilmanan bi dengê zengilê dêran û bangê mizgeftan li asîmanên navçeya qedîm bilind dibû.

Bi koçkirina hosteyên ermen re pîşeya hêsinkariyê ji aliyê hosteyên misilman ve tê berdewamkirin lê belê roj bi roj hejmara hosteyan kêm dibe.

Mihemed Yildiz, li ber destê Mico Hosteyê ermen fêrî vê pîşeyê bûye û bi dehan sal e li Sûka Hêsankaran hêsînî teşe dide. Hoste Mihemed Yildiz dibêje; karê wan ew qas kêm bûye ku êdî nikarin debara xwe bikin.

Mihemed Yildiz ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Berê li vê derê gelek kar hebû, lê dema ku ermen çûn xêr û berekata vir jî nema. Berê bikir zêde bûn me nedikarî em serê xwe bixwerînin, lê niha bikir kêm bûne, heger bi telefonan hin amûr bixwazin em wan çêdikin. Şêniyên ku ji gundewaran tên kêm bûne. Em bi xêra gundiyan kar dikin, dema ku ew kar nekin em jî nikarin kar bikin.”

Sûka Hêsinkaran ya Sûrê li herêmê navendeke mezin ya danûstandinê bû. Lê belê ji ber şer û aloziyan di salên 1990an de nêzî 4 hezar gund hatin valakirin. Bi vê yekê re karê li gundewaran kêm bû.

Hêsinê ku di nav agirê 300 pile gerim de tê nermkirin bi derbên çakûçan tê teşedayîn û amûrên wekî tirpan, das, tevir û bivir û amûrên din yên cotkarî û ajaldariyê tên amadekirin. Lê belê ji ber kêmbûna karê gundewariyê û pêşketina teknolojiye, pîşeya ku ji hosteyên ermen yên wekî Hoste Rizgo, Cemîl, Muncu û Haço mayî êdî li ber windabûnê ye.

Remezan Mungan jî li Sûra Diyarbekirê hostetiya sobeyan dike û ji bab û bapîrên xwe fêr bûye. Hoste Remezan dibêje; berê li her dikanekê 7-8 kes dixebitîn lê niha ji ber kêmbûna kar tenê kesek-du kes dixebitin.

Remezan Mungan eşkere kir: “Berê li van dikanan, bab û kûrên xwe û hevkarên xwe bi hev re dixebitîn û hemûyan jî sûdeke baş jê digirtin, lê niha ez û kûrê xwe em bi zehmetî debarê xwe dikin. Karê hemû hosteyên li vê sûkê gelekê kêm bûye. Em jî nizanin em ê çi bikin. Em jî dixwazin van pîşeyên ku ji bab û kalên me mane berdewam bikin.”

Niha li vê sûkê 10-15 hosteyên hêsinkariyê mane. Hêsinkar amaje dikin ku; li vî bajarê qedîm, pêşengên pîşeyên hêsinkarî, necarî, nalbendî, terzîtî û zêringeriyê ermen û suryan bûne lê belê êdî pîşeya hêsinkariyê jî wekî gelek pîşeyên din winda dibe.