Haco naveroka civîna Bereya Aştî û Azadiyê li Moskoyê aşkere kir

Endamê şanda Bereya Aştî û Azadiyê bo Moskoyê Kamîran Haco ragihand, Rûsya piştevaniya mafên Kurdan di çarçoveya yekîtiya Sûriyê de dike.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê şanda Bereya Aştî û Azadiyê bo Moskoyê Kamîran Haco ragihand, Rûsya piştevaniya mafên Kurdan di çarçoveya yekîtiya Sûriyê de dike.

Li ser daxwaza Wezareta Derve ya Rûsyayê, şandeke Bereya Aştî û Azadiyê serdana Moskoyê kir û ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Mikhail Bogdanov civiya.

Endamê şanda Bereya Aştî û Azadiyê Kamîran Haco derbarê naveroka civînê de ji K24ê re ragihand, di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî û hebûna hêzên Amerîka li rojhilatê Firatê hatin guftûgokirin.

Diyar kir, “Wezîrê Derve yê Rûsyayê dilgiraniya xwe ji wê yekê nîşan da ku bi piştevaniya Amerîka cudaxwaziyek li herêmê tê meşandin. Me jî ji wî re tekez kir ku tiştekî wiha nîne. Ne di bernameyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de û ne di bernameyên partiyên din rojavayê Kurdistanê de, pirsa cudabûna ji Sûriyê nîne.”

Haco amaje bi wê da, Bereya Aştî û Azadiyê tekezî li ser yekperçeyîya Sûriyê dike. Daxwaza wan federalîzm û nenavendiya vekirî kiriye.

Haco da zanîn: “Me bernameya Bereya Aştî û Azadiyê ji aliyê Rûsî re da nasandin û daxwaza alîkariya Rûsyayê kir û ji wan re got, ji bo çareseriya siyasî çi ji Bereyê bê xwastin ew amade ne bikin.”

Diyar kir jî, hin guftûgo li ser diyaloga Kurdî – Kurdî çêbûn û aliyê Rûsyayêpiştevaniya xwe ji  nêzîkbûna aliyên Kurdî re nîşan da.

Amaje bi helwesta li hember Sûriyê û doza Kurdî di Sûriyê de kir û got: “Armanca Rûsya ew e, hemû herêm vegerin bi desthilata rêjîma Sûriyê. Lê her dem jî piştevaniya xwe ji bo mafên kurdan di çarçoveya yekperçeyîya Sûriyê de tekez dike.”

Roja 28ê Tîrmeha bûrî li bajarê Qamişlo, bi beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî) û Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt,     Bereya Aştî û Azadiyê hat damezirandin.

Di daxuyaniya damezirandina wê Bereyê de hat diyarkirin: “Bereya Aştî û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî di navbera hêzên Sûrî yên hewl didin sîstemeke firehalî, nenavendî ava bikin de ye, ku tê de rûmet û azadiya Sûriyan tê parastin û ti cihê teror, tundûtûjî û dûrxistinê jî tê de tune ye.

Diyar kir jî: “Bere Aştî û Azadiyê li gor armancên ji xwe re danîne, hewl dide diyalog û danûstandinê bi hemû aliyên opozîsyona Sûriyê re bike û piştevaniyê li kedên opozîsyona niştimanî û aliyên herêmî û navdewletî de dike, bi arasteya bidawîanîna êş û azarên Sûriyan, bi riya çareseriyeke siyasî ya giştgîr û li gor biryarên navdewletî.