Pêşverû: Em di bin îradeya çi aliyekî de tevlî “Lêvegerê” nabin

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) Ehmed Silêman radigihîne, ew amade ne bi taybetmendiya xwe tevlî Lêvegera Kurdî bibin.
kurdistan24.net

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) Ehmed Silêman radigihîne, ew amade ne bi taybetmendiya xwe tevlî Lêvegera Kurdî bibin.

Endamê Polîtburoya Pêşverû Ehmed Silêman li ser tevlîbûna partiya wan di nava diyaloga Kurdî – Kurdî de ji K24ê re ragihand: “Ji me nehat xwastin ku tevlî van danûstandinan bibin. Destpêkê danûstandin di navbera ENKS û PYDê de bû. Dema xwastin berfireh bikin, danûstandin bû di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî. Partiya me û partiya El Wehdî ne di nava wan her du çarçoveyan de ne, wan jî aliyê sêyemîn di van danûstandinan de qebûl nekir.”

Silêman diyar kir: “Me pêşniyazek da Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û aliyê Amerîkî, piştî pirsgirêkên di navbera her du aliyan de çareser bibin, baş e ku tîmek bê avakirin û nûnerên partiyan bi hev re bicivin û li ser her tiştî li hev bikin. Piştî wê jî kongreyek bê girêdan. Lê hate gotin ku ev yek ji aliyê ENKSê ve nayê qebûlkirin.”

Got jî: Partiya me beşeke sereke ya ENKSê bû û roleke wê ya mezin di damezirandina ENKSê de hebû. Piştre ji ber sedemên rêxistinî em ji ENKSê derketin. Lê têkiliyên me bi ENKSê re berdewam in. Heger bê xwastin em bi aliyê ENKSê re tevlî danûstandinan bibin, divê destpêkê ew sedemên ku em ji ber wê ji ENKSê derketine, bêne çareserkirin. Lê niha ji bilî pirsgirêkên berê, niha hin nerînên siyasî jî hene, divê em guftûgoyê li ser bikin.”

Endamê Polîtburoya Pêşverû diyar kir, şanda PDK-Sê dema berî du rojan sardana wan kiriye, ti pêşniyaz ji bo tevlîbûna Pêşverû di nava danûstandinan de nekir.

Li ser mercên Pêşverû yên tevlîbûna nava Lêvegera Kurdî de, Ehmed Silêman diyar kir, wan pêşniyazên xwe ji bo tevlîbûna di “Lêvegera Kurdî” de dan PDK-S û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û got: “Em di bin îradeya çi aliyekî de derbasî nava Lêvegerê nabin. Em dixwazin bi taybetmendiyên xwe tevlî bibin.”

Da zanîn jî, “Me ji ENKS, PYNK, Mezlûm Ebdî û aliyê Amerîka xwastiye ku riyê vekin. Em wek partiya Pêşverû amade ne tevlî nava vê proseya siyasî û Lêvegerê bibin. Heger em di nava vê Lêvegerê de bin, dê dewlemendtir be.”