Mesrûr Barzanî zengilê destpêkirina sala nû ya xwendinê lê da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27/9/2020an zengilê destpêkirina sala nû ya xwendinê lê da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27/9/2020an zengilê destpêkirina sala nû ya xwendinê lê da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotarekê de ragihand, “Xweşhal im îro zengilê destpêkirina proseya xwendinê lê didin, ji bo proseya xwendinê yap ola 12 ya amadehiyê û piştre jî xwendina polên yekem û duyem yên seretayî destpê bike.”

Serokwezîr spasiya Wezîrê Perwerdeyê kir, ji bo hewl û ked û danîna mîkanîzmekê ji bo destpêkirina proseya xwedinê, bi taybet di vê rewşê de ku bi sedema vîrûsa Koronayê peyda bûye.

Piştî lêdana zengilê dibistaneke nahiya Behrikê ya li parêzgeha Hewlêrê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî sardana çend fêrgehan kir û ji nêzîk ve amadekarî û girtina rênimayên xwedin û xweparastina xwednidekaran û mamosteyan şopand.

Di merasîma destpêkirina sala nû ya xwedinê, Wezîrê Perwerdeyê Alan Hemeseîd spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kirk u 540 milyon Dînar wek budce ji bo dabînkirina pêwîstiyên tendirustî û xweparêziyê ji xwendekaran re veqetandiye.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê roja 2ê vê mehê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiyabû û biryar dabû, werzê yekem a sala nû ya xwendinê 2020 – 2021 bi awayê xwendina eliktironî destpê bike (ji bilî qonaxa diwazdeh a amadehiyê û piştre jî polên yekem û duyem) û wezaretên pêwendîdar jî raspard di çarçoveya desthilatên xwe de rênima û amadekariyên pêwîst bikin.