Dijayetiya maskeyê derhêner Green ji festîvalê kir!

Navenda Nûçeyan (K24) - Derhêner Eugene Green ji ber ku nexwest bi maske be ji Festîvala Filman a San Sebastian hat derxistin.

Festîvala Fîlman a San Sebastian, 18ê Îlonê li Îspanyayê dest pê kir.

Derhênerê navdar Eugene Green, bi filmê Atarrabi & Mikelats beşdar bû. Ji ber pandemiya Covid19 (Korona), divê herkes bi maske be. Lêbelê Green vê biryarê red dike. Lewma berpirsan ew ji festîvalê derxistin.

Daxuyaniya fermî ya Festîvala Fîliman a San Sebastian wiha ye:

"Tîma mîhrîcanê 5 caran daxwaz kir ku derhêner Eugene Green maskeyê li xwe bike û rast li xwe bike. Di dawiyê de, rêveberiya festîvalê jê re got ku divê ji sînemayê derkeve ji ber ku derhêner hevkarî red kir. Du polîsên baskî ew agahdar kirin ku dê gilî were tomarkirin û dibe ku ciza bixwe."

Ji ber vîrûsa koronayê, gelek mîhrîcan li seranserê cîhanê bi şert û mercên xweparastinê tên domandin.