Kobanî: Bawerî bi gerên hevbeş ên Rûsî – Tirkî nabe

Welatiyên Kobaniyê ji encamdana gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî bi tirs in û dibêjin, ev her du alî ne cihê baweriyê ne.
kurdistan24.net

 

Kobanî (K24) – Welatiyên Kobaniyê ji encamdana gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî bi tirs in û dibêjin, ev her du alî ne cihê baweriyê ne.

Tevî pêkanîna gera çavdêriyê ya 28emîn a hevbeş ji aliyê hêzên Polîsên Leşkerî yên Rûsî û hêzên Tirkî ve li gundewarê Kobanoiyê, lê welatî hîn di metirsiya şerekî nû de dijîn û diyar dikin, hebûna hêzên Rûsî û Tirkî bi hevdu re, ne cihê rehetiyê ye. Ew her du hêz, tenê ji bo berjewendiyên xwe li deverê ne.

Welatiyê Kobanî Hemê Zeho ji K24ê re got: “Tim tirs heye. Selametî û aramî tune ye. Em dibêjin, eceb sibe dê çi bibe. Bawera min bi her du aliyan nayê. Em daxwazê ji civaka navdewletî dikin aştiyê ji me re çê bikin, ji bo em bikaribin jiyana xwe ya asayî bikin.

Welatiyekî din bi navê Xelîl Ehmed dibêje: “Her du alî di kû re çûn, wir birin. Di kû re çûn, milet îhanet bû û derbe xwar. Dewriya Rûs û Tirkan di kû re çûn, pirsgirêk çê bûn.”

Ji aliyekî din ve, Sopîner Sîyasetmedarên Kobaniyê amaje bi wê didin, ne pêşbîn e ti bûyerên nû li deverê bên kirin û dever ber bi aramiyê ve diçe.

Serokê Xwecihiya Kobaniyê ya ENKSê Yeşar Hac Elî ji K24ê re got: “Nayê pêşbînîkirin, ti şerekî nû li herêmê bê kirin. Gerên Rûs û Tirkan bêhtir, ji encama lihevkirineke siyasî ye û zexmtê dide civatên Astanayê yên di derbarê krîza Sûriyê de çê bûne. Li ser asta navdewletî nerînek heye ku di demeke nêzîk dê dest bi çareseriya siyasî bê kirin.

Herêma Kobaniyê ku bûye sembola berxwedanê li dijî DAIŞê, Tirkiyê di her boneyê de gefê lê dixwe. Piştî vekişîna hêza Amerîkî ji Girê Sipî û Serê Kaniyê, êdî xelkê deverê baweriyê bi sozên aliyên navdewletî nakin.