Nêçîrvan Barzanî: Piştevaniyê li pêngavên Kazimî ji bo rûbirûbûna gefan dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini û şanda pê re kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini û şanda pê re kir.

Di civînê de, rewşa ewlehiya Iraqê, gefên grûpên çekdaran li ser şandeyên dîplomasî û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û gef û tevgerên DAIŞê hatin guftûgokirin.

Her du aliyan tekez li girîngî û pêwîstiya berdewamiya karên hevbeş û erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞî li Iraqê kirin, heta dilniyabûn ji têkçûna yekcarî ya DAIŞê. Her du alî hevnerîn bûn ku hîna pêwîstiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi hevkarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî heye. Di wê derbarê de, Wezîrê Berevaniyê ya Îtalyayê berdewamiya piştevanî û hevkariya welatê xwe ji Herêma Kurdistanê re tekez kir.

Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji Îtalyayê re dupat kir, ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de hevkariya serbazî û mirovî pêşkêşî Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye. Herwiha spasiya Parlemana Îtalyayê jî kir ku razemendî li ser berdewamiya erkê hêzên Îtalî li Iraq û Herêma Kurdistanê daye û silav ji hemû serbazên Îtalî yên li Herêma Kurdistanê ne re şand.

Di derbarê pêşhatên rewşa Iraqê jî Serok Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku Herêma Kurdistanê bi dilgiraniyê ve li pêşhatên ewlehiê yên Iraq û gefa grûpên çekdar a li ser nûnerên dîplomatî dinêre û got: “Erkê nûnerên dîplomatî û Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê ji bo hevkarî û piştgîriya li Iraqê girîng û pêwîst e û divê selametî û asayîşa wan bê parastin. Herêma Kurdistanê jî her piştgîriyekê li pêngav û rêkarên birêz Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê ya ji bo rûbirûbûna gefan dike.”

Pêşhatên dawî yên belavbûna pejika vîrûsa Korona û sûdwegirtina ji ezmûna Îtalya ya di vî derbarî de û çend pirsên din ên ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, beşeke din a vê civînê bûn ku birêz Wezîrê Karûbarê Pêşmerge jî tê de amade bû.