Mesrûr Barzanî: Piştevaniya Kazimî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û aramîkirina rewşa Iraqê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini û şanda pê re kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini û şanda pê re kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Oubad Talebanî amade bû, girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên Îtalya û Herêma Kurdistanê û bi taybetî piştevanîkirina li hêza Pêşmerge hatin guftûgokirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê da zanîn, welatê wî di pêştevanîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî berdewam dibe. Got jî: Hêvîdar in di pêşerojeke nêzîk de, berdewaniyê bidin rahênankirina Pêşmerge, ku bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê bi awayekî demkî hatibû rawestandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevanî û hevkariyên Îtalyayê kir û got: Hebûna hêzên Îtalya û Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi pêwîstî û girîng dizanin. Tekez kir jî, Herêma Kurdistanê berdewam dibe bi piştevanîkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo aramîkirina rewşa Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser binemaya destûrê.