"Kazimî girtina balyozxaneya her welatek weke karesat bi nav dike"

Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand; Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê tekez kiriye ku girtina nûnertî û balyozxaneya her welatek li Iraqê, dê karesatan li pey xwe bîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand; Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê tekez kiriye ku girtina nûnertî û balyozxaneya her welatek li Iraqê, dê karesatan li pey xwe bîne.

Ehmed Mela Telal, Berdevkê Hikûmeta Iraqê diyar kir; Iraq di bin dagirkeriyê de nîne û mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê bi biryara hikûmetên berê yên Iraqê bû.

Telal herwiha destnîşan kir ku Mistefa Kazimî red kiriye; rê bide ku Iraq êdî bibe qada milmilaniya navbera Amerîka û Îranê.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê eşkere kir ku 19 efser û berpirsên ewlehiyê bi tohmeta kêmxemiya wan di parastina nûnertiyên welatan de li Bexdayê, hatine desteserkirin.