Li Selahedînê du efserên artêşa Iraqê hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand ku du efserên artêşa Iraqê li sînorê parêzgeha Selahedîn hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand ku du efserên artêşa Iraqê li sînorê parêzgeha Selahedîn hatin kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku îro çarşemê 30ê Îlona 2020an du efser hatine kuştin ku yek ji wan bi pileya "emîd" e û Fermandarê Fewca Hawarçûnê ya 12 ya Selahedînê bûye.

Derbarê efserê duyem de jî eşkere kiriye ku efserê din bi pileya "neqîb" bûye û karmendekî din ê ewlehiyê jî li cem wan bûye û hatine kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê da zanîn ku ew efser di encama teqîneke vedayî de li ser rêya deverên geliyê Sersar hatine kuştin.