Li Şaredariya Qersê qeyûm hat danîn

Parêzgarê Qersê Turker Ozksuz weke qeyûm li Şaredariya Qersê hate danîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Qersê Turker Ozksuz weke qeyûm li Şaredariya Qersê hate danîn.

Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bilgen ku di çarçoveya lêpirsîna rûdanên Kobaniyê de hatibû binçavkirin, bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji kar hat dûrxistin.

Hat ragihandin ku Parêzgarê Qersê Turker Ozksuz weke qeyûm li Şaredariya Qersê hatiye danîn.

Ayhan Bilgen dest ji kar berdabû

Ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqerê ve, li ser lêpirsîna "rûdanên Kobaniyê" ku di sala 2014an de pêk hatibû, Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bilgen hatibû binçavkirin. Bilgen gotibû: “Hûn dixwazin zindanî bikin, an jî dixwazin serbest berdin, heta ku dema binçavkirina min eger qeyûm nehatibe danîn, ez ê ji peywira xwe ya serokatiya şaredariyê îstîfa bikim.”

Ayhan Bilgen vê sibê bi biryara dadgehê hat girtin.