Geştên balafiran ji Kurdistan û Iraqê bo Tirkiyeyê radiwestin!

Hewlêr (K24) - Tirkiye, 3'yî vê mehê hemû firînên balafiran ji Herêma Kurdistanê û Iraqê diçine bo Tirkiye radiwestine. Lêbelê balafirên ji Tirkiye tên Herêma Kurdistan û Iraqê dê firînên xwe dewam bikin.

Tirkiye dixwaze zêdebûna rêjeya vîrûsa koronayê (Covid19) rawestîne. Lewma êdî destûr nade balafir ji Iraq û Herêma Kurdistanê bên.

Rêveberê balafirxaneya Hewlêrê Ehmed Hoşyar dibêje, "Geştên ji Tirkiyeyê bo Kurdistanê dê berdewam bin. Rawestandina van rêwîtiyan li ser daxwaza wezîrê tendirustiyê yê Tirkiyê ye. Armanc pêşî lê girtina belavbûna vîrusa Coronayê ye."

Hêjayî gotinê ye ku ne diyare ka dê kengê firîna balafiran bo Tirkiye serbest bibe.