Qamişlo.. Hêzeke Amerîkî rê li pêş hêzeke Rûsî digire

Hêzeke Amerîkî rê li pêşiya karwaneke Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê girt û nehîşt derbasî bajarokê Rimêlanê bibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzeke Amerîkî rê li pêşiya karwaneke Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê girt û nehîşt derbasî bajarokê Rimêlanê bibe.

Peyamnêra K24ê li bajarê Qamişlo da zanîn, îro dema ku Polîsên Leşkerî yên Rûsî dixwastin derbasî bajarokê Rimêlanê bibin, hêzeke Amerîkî rê li pêşiya wan girt û rê neda wan derbasî wî bajarokî bibin.

Peyamnêra me diyar kir jî, piştî rêgirtinê, Polîsên Leşkerî yên Rûsî bi neçarî vegeriyan firokexaneya Navdewletî ya Qamişlo.

Îro hêzeke Polîsên Leşkerî yên Rûsî bi 4 zirîpoşan li rojhilatê bajarê Qamişlo gereke çavdêriyê kirin, lê hêzeke Amerîkî li gundê Çilaxa rê li pêşiya hêza Rûsî girt.

Rûsya hebûna hêzên Amerîkayê li rojhilatê Feratê, nerewa dibîne û wê bi dizîna petrola Sûriyê tomatbar dike.

Piştî êrîşa Tirkiyê li ser Girê Sipî û Serê Kaniyê, hêzên Rûsî derbasî rojhilatê Firatê bûn û li hejmarek xal û navendan bi cih bûne. Hêzên Rûsî jî car caran gerên çavdêriyê li wê herêmê dikin.

Pêştir jî çendîn caran hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê rê li pêş Polîsên Serbazî yên Rûsî girtibûn û nehîştibûn ew derbasî navçeyên ku hêzên Amerîkî lê ne û alozî jî derketibûn.