Amarên Koronayê li rojavayê Kurdistanê: 48 pêketin û 1 mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 48 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 48 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku kesekî li kampa Holê ya li Hesekê canê xwe ji dest daye.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 48 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Haletên hatine tomarkirin: 23 kes li Hesekê, 11 kes li Qamişlo, 3 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûde, 1 kes li Til Temirê, 1 kes li Rimêlan, 1 kes li kampa Holê, 1 kes li Reqayê û 1 kes li Kobaniyê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 16 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1839 kesan, ji wan 486 kes baş bûne û 69 kesan jî canê xwe ji dest dane.