Di pirtûkê de 4500 gotinên pêşiyan ên Kurdî hene!
Navenda Nûçeyan (K24) – Çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket.
Weşanxaneya Na'yê çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' çap kir.
Pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' ji aliyê Abdurrahman Aydogdû ve hatiye amadekirin û ji 200 rûpelî pêk tê. Di pirtûkê de bi giştî 4 hezar û 500 gotinên pêşiyan hene.
“GOTINÊN PÊŞIYAN GENCÎNEYEKE KURDAN E”
Aydogdû ji bo vê xebata xwe wisa got: "Li gor min gotinên pêşiyan gencîneyeke kurdan e. Naxwazim van gotinên me bi kal û pîrên me re binax bibin. Loma jî min xebateke bi vî rengî kir. Heger gotinên me yên pêşiyan ango gencîneya me dernekevin li ser rûyê erdê, em jê sûd negirin û pêşkeşî nifşên nû nekin, dê ev xezîneya me jî bi kal û pîrên me re bimirin."