Mihemed Reza Şeceriyan koça dawî kir

Stêrkê stran û muzîka Farisî Mihemed Reza Şeceriyan koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Stêrkê stran û muzîka Farisî Mihemed Reza Şeceriyan koça dawî kir.

Hunermendê navdar Mihemed Reza Şeceriyan îro pêncşemê 8ê Cotmeha 2020an di temenê xwe yê 80 salî de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Reza Şeceriyan di 23ê Îlona 1940î de li bajarê Meşhedê yê Îranê jidayîk bûye û yek ji stêrkên stran û muzîka klasîk a Îranê tê nasîn.

Şeceriyan di sala 1997an de xelata Picasso û madelyaya rûmetê ya saziya UNESCOyê li Parîsê wergirtibû, ku her pênc salê carekê ji hunermendekî navdar re tê dayîn.

Herwiha di sala 2006an de jî xelata Mozartê ji aliyê saziya UNESCOyê ve jê re hatibû dayîn.