Li Îran û rojhilatê Kurdistanê kêşeya nanî

Qeyteranî: Nan bi dest me nakeve. Heger tu biçî dikanan jî, qîmeta nanî 5 hezar tûmen e.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Îran û rojhilatê Kurdistanê nan gelek giranbûha bûye. Ser vî halî re gelek caran xelk nikare nanî peyda bike.

Li pêş firneyeka nanî a li Ûrmiye (Bajarê rojhilatê Kurdistanê) divê 5 demjimêran li ber dergehê firneyê li benda dora xwe be. Piştî sekinîna 5 demjimêran jî nan namîne û xelk destvala vedigerin mala xwe.

Kurdê ji Ûrmiyeyê Yûsuf Qeyteranî li pêş firneyê sekniye û li benda dora xwe ye.

Wêne: Yûsuf Qeyteranî, Ûrmiye.
Wêne: Yûsuf Qeyteranî, Ûrmiye.

Qeyteranî dibêje, "Em têne vir. Heya saet 12.00 û 12.00 disekînin. Jixwe saet 12.00 tehtîl dibe (Navbera xwarina nîvro). Lê nan bi dest me nakeve. Heger tu biçî dikanan jî, qîmeta nanî 5 hezar tûmen e. Dê bidine te bi 6-7 hezar tûmenan. Ew jî gelek zehmet peyda dibe. Li vir nan bi dest xelkê nakeve. Vêca xelk çi bixwe!?"

Nan xwarina sifreyan a serekî ye. Rewşa ekonomîk a Îranê bandorekî mezin li ser sifreya xelkê dike.

Berpirs dibêjin, "Sebeba giranbûn û peydanekirina nanî firoşkarên arî ne. Lêbelê arfiroş dibêjin, "Xwesta li ser nanî pir bûye. Hûkûmet jî beşa arî bo bajaran kêmkiriye.

Malbateka 5 kesî li rojhilatê Kurdistanê divê rojane herî kêm 15 hezar tûmenan bide bi nanî. Mangane dibe 450 hezar tûmen. Mûçeyê karmendan di navbera 2 û 4 milyon tûmenan de ye.