Mesrûr Barzanî pîrozbahî li xwendekarên yekemîn ên Kerkûkê kir!

Herêma Kurdistanê bûtçeya xwendinê dişîne û mûçeyê (meaş) mamostayan dide.

Hewlêr (K24) - Li Kerkûkê, encamên azmûna xwendekaran diyar bû. Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li xwandekarên dibistanên kurdî yên di azmûnê de bûne yekemîn kir.

Wezîrê Perwerdehiya Herêma Kurdistanê Alan Heme Seid got, "Wekî wezîrê perwerdehiyê, min ser navê xwe û Serokê Hûkûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî telefona xwendekarên bûne yekemîn kir; û pîrozbahî li wan kir."

Seid dibêje telefona xwendekarên dibistanên kurdî pola 6'ê kiriye.

Her wiha Wezîrê Perwerdeyê derheqê xwendekarên dibistanên kurdî yên li Kerkûkê de dibêje, "Em pîrozbahiyê li hemû xwendekarên pola şeşan û polên din dikin."

Seîd da zanîn ku di demekî herî nêzîk de dê xwendekarê yekemîn ê li Kerkûkê (Dibistanên kurdî) bi xelat bikin.

Bajarê Kurdistanê Kerkûk ji derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. Lêbelê Herêma Kurdistanê bûtçeya xwendinê dişîne û mûçeyê (meaş) mamostayan dide. Iraq bûtçeyekî zêde ji bo dibistanên Erebî û Tirkmenî dişîne. Lê ji bo kurdî naşîne.