Herîrî: Dibe ku şerê navxeyî derkeve; Sebeb Hîzbûllah e!

Herîrî: Li Sûriye çi qewimî wan dît? 85% sûneyan niha li kû ne!?

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê berê yê Libnanê Saad el-Herîrî dibêje, "Dibe ku şerê navxweyî li Libnanê derkeve. Sebeba wê Hîzbûllah e.

Herîrî hevpeyvînek li gel televîzyoneka herêmî ya Libanî pêk anî. Herîrî derheqê sebebên pirsgirekên Libnanê de dibêje, "Hîzbûllah çavkaniya pirsgirekan e."

Herîrî dibêje, "Li Beyrûd, Balbek û Hermelê xwenîşandanên leşkerî û bi çek bûnê tirsa min ew e ku welat têk biçe.

"Welat ger ber bi têkçûnê ve diçe. Berbirsyar Hizbûlah e."

Ya ji hinekan ve ez bêhêz im. Li Sûriye çi qewimî wan dît? 85% sûneyan niha li kû ne!? Ez nabim sebeba wê tiştê ku ya bi serê xelkê Sûriye hatiye bi serê xelkê Lûbnanê bê."

Ew sûcên Beşar Esadî kirine çi kesê nekirine. Ez bixwe piştevanê şoreşeka aştiyane ya li Sûriye me.