Li Koye qada arkeolojiyê hat dîtin!

Li Iraq û Herêma Kurdistanê gelek deverên arkeolojîk ên ne qeydkirî hene.

Hewlêr (14) - Li devera Siktan qadeka arkeolojîk (Şûnwar) a nû hat dîtin. Ev der ser bi navçeya Koye (Hewlêr) vebye. Ji bo diyarkirina vê qadê, firokeya bêpîlot û wêneyên asîmanî hatin bikaranîn. Berî niha ev der di nexşeya arkolojiyê de nebû.

Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, "Ev xebat ji 26.09.2020 heta 10.10.2020'ê di bin çavdêriya Rêveberiya Giştî a Arkeolojiyê bi rêve çû. Rêveberiya navçeyê û hejmarek hemwelatiyan jî alîkarî kirin."

Li Iraq û Herêma Kurdistanê gelek deverên arkeolojîk ên ne qeydkirî hene.

Ev xebat di asta "pêvajoyê" de ye. Demên li pêş me wê bibe "proje".

Di vê xebatê de teknolojiyên pêşketî hatin bikaranîn.

Hêjayî gotinê ye ku hemû endamên tîma arkeologan ji Kurdistanê ne.