Hîna biçekkirina zarokan li rojavayê Kurdistanê berdewam e

Ji destpeka damezirandina ofîsa parastina zarokan ji aliyê Reveberiya Xweser ji çend rojan ve û ta îro zarok hatine revandin û biçekkirin.
kurdistan24.net

 

Qamişlo (K24) – Rewan keçek 16 salî ye û ji çend rojan ve tevlî saziyeke serbazî bûye. Malbata Rewan ku li bajarê Dirbesiyê dimîne dibêje ev binpêkirin e û Rêveberiye Xweser di ber vê yekê de berpirs e. Ji destpeka damezirandina Ofîsa Parastina Zarokan ji aliyê Reveberiya Xweser ji çend rojan ve û ta îro zarok hatine revandin û biçekkirin.

Tevî damezrandina ‘Ofîsa Parastina Zarokan di Dema Şer de’, lê hîn jî bicekkirina zarokan li Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Imran Eliko, bavê keceke 16 Salî ye û keça wî ji 5 rojan ve tevlî refen serbazî bûye, dibeje ku keca wî hatiye revandin û tevlî saziyeke serbazî hatiye kirin û ev yek nayê qebûlkirin.

Imran dibeje, tevî ku Rêveberiya Xweser gelek zagon ji bo parastina zarokan derxistiye, lê biryarên xwe bi cih neanîne.

Ligel zêdebûna gazinên malbatên Rojavayê Kurdistanê yên derbarê biçekkirina zarokên wan di nav refên serbazî de, Rêveberiya Xweser biryara damezirandina ofîseke taybet bi parastina mafên zarokan di dema şer de daye. Tevî ku ji heyama cend rojan ve ew ofîs hatiye vekirin, lê ta roja îro dest bi kar nekiriye û pêşwaziya giliyên malbatan nekiriye. Herwiha ji heyama damezirandina wê ofîsê û ta roja îro, 3 zarok hatine biçekkirin.

Endama Ofîsa Parastina Zarokan di Dema Şer de Mîdya Nesredîn ji K24ê re got: “Ofîsa Parastina Zarokan, nû hatiye damezirandin. Ji heyama hefteyekê ve civîn çêbûn. Gelek mijarên vê ofîsê hene, yek ji wan karkirina zarokan û biçekkirina Zarokên di bin 18 saliyê re ne. Niha em hewl didin yasayeke nû ji bo vê pirsê derbixin û peyreweke navxwe û mîkanîzma kar ji vê ofîsê re derbixin.”

Tevî ku di 19 Tîrmeha sala 2019an de, Hêzên Sûriya Demokratîk bi Netewên Yekgirtî re li ser protokoleke derbarê bidawîbûna tevlîkirina zarokên di bin temenê 18 saliyê re de di nav refên hêz û rêxistinên serbazî de, lê gilî û gazinên welatiyên Rojavayê Kurdistanê derbarê biçekkirina zarokan de berdewam e û roj bi roj zêdetir dibin.