Lavrov: Li ser Qerebaxê bi Tirkiyê re nakokî hene

Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, Rûsya û Tirkiye derbarê pirsgirêka Qerebaxê de ne hevnerîn in.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, Rûsya û Tirkiye derbarê pirsgirêka Qerebaxê de ne hevnerîn in. Got jî, divê Hêzên Parastina Aştiyê li Qerebaxê bêne belavkirin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sergey Lavrov îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Tirkiye bi riya operasyonên xwe yên leşkerî ku li dijî Ermenistanê piştevaniya Azerbeycanê dike, pirsgirêkan çareser nake.

Lavrov tekez kir, ew derbarê şerê li herêma Qerebaxê de, bi Tirkiyê re ne hevnerîn in.

Herwiha Lavrov got, divê Tirkiye di helwesta xwe de zelal be, wek çawa li Sûriyê dike.

Wezîrê Derve ya Rûsyayê tekezî li wê yekê kir, divê Hêzên Parastina Aştiyê li Qerebaxê bêne belavkirin û şer li wê herêmê bê rawestandin. Lê biryara dawiyê ya her du aliyên şer in.

Roja yekşemê 27ê Îlona 2020an, careke din şer di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li ser herêma Qerebaxê qewimî. Tevî bi navbênkariya Rûsyayê agirbest hatiye ragihandin, lê her du alî hev bi binpêkirina agirbestê tometbar dikin.

Tirkiye jî piştevaniya Azerbeycanê dike û hejmarek ji çekdarên Sûrî jî tevlî wî şerî kirine.