"Amerîka dixwaze arşîva Enfalê bide Iraqê"

Niyeta Amerîkayê heye ku "pênc arşîvên girîng" bide Iraqê, ku yek ji wan li ser pêvajoya Enfalê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Niyeta Amerîkayê heye ku "pênc arşîvên girîng" bide Iraqê, ku yek ji wan li ser pêvajoya Enfalê ye.

Rojnameya Sebah a fermî îro pêncşemê ragihandiye ku Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê Newfel Ebû Rexîf ji rojnameyê re diyar kiriye: “Amerîka bi niyet e pênc dosyeyên arşîvî bide Iraqê, ku li ser Iraq, Enfal, Be's, jêrzemîn û zindanên nepenî, ligel asayîş û îstixbaratê.”

Newfel Ebû Rexîf geşbiniya xwe li ser pêşvebirina danûstandinên rewşenbîrî, zanistî û şûnwarî yên navbera Bexda û Washingtinê nîşan daye.

Her çiqas dema vegerandina wê arşîvê nehatiye diyarkirin jî, berê di 31ê Tebaxa 2020an de Amerîka arşîvekê vegerande Iraqê, ku ji 48 ton nivîs, pênc milyon rûpel pêk dihat, nepenî û "zanyariyên tirsnak" ên 35 salên hikmê Sedam Husên tê de hatibûn tomarkirin.

Arşîv li Amerîkayê li pêşangeha Hover hatibû hilanîn, ku navenda lêkolînên siyaseta giştî ya Zanîngeha Stanford a Kalîforniyayê ye. Ji bilî lêkolîneran, rê li kesî nehatiye dayîn ku naveroka nivîsan bibînin. Ew arşîv heta niha ji aliyê xelkê ve nehatiye dîtin, ti hikûmetên Bexda û Washintonê jî li ser veguhestina wê, daxuyaniyek nedane.