Enqere: Li çar bajaran li dijî PKKê operasyon hatin kirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku îro li çar bajarên başûrê rojhilatê Tirkiyê (bakurê Kurdistanê) operasyonên ewlehiyê encam dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku îro li çar bajarên başûrê rojhilatê Tirkiyê (bakurê Kurdistanê) operasyonên ewlehiyê encam dane.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye ku armanca operasyonan desteserkirin û nehiştina endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ku li wan deveran li dijî hêzên Tirkiyê çalakî encam dane.

Li gor daxuyaniyê, li bajarên Şirnex, Sêrt, Wan û Colemêrgê operasyon hatine pêkanîn.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin ku 2 hezar û 512 endamên hêzên ewlehiyê beşdarî operasyonê bûne û armanca operasyonan dawîanîna hebûna endamên PKKê ye.