Egîd Îbrahîm: Aliyên siyasî dikarin navên girtiyan ji me re bişînin

Endamê Komîteya Girtî û Windahiyên Sûrî Egîd Îbrahîm li ser berdana girtiyên li girtîgehên Rêveberiya Xweser axivî.

Hewlêr (K24) - Endamê Komîteya Girtî û Windahiyên Sûrî Egîd Îbrahîm li ser berdana girtiyên li girtîgehên Rêveberiya Xweser ragihand ku ew têkiliyê bi hemû aliyanên berpirs re dikin û herwiha lêkolînên wan berdewam in, da ku ew girtî werin berdan.

Tevî ku Reveberiya Xweser biryara lêborîneke giştî ji bo girtiyan da, lê girtiyên ENKSê yên siyasî nehatine berdan.

Derbarê vê yekê de Endamê Komîteya Girtî û Windahiyên Sûrî Egîd Îbrahîm ji K24ê re da zanîn ku ew têkiliyê bi hemû aliyanên berpirs re dikin û herwiha lêkolînên wan berdewam in, da ku ew girtî werin berdan.

Egîd Îbrahîm got: “Em hewl didin ji bo çareserkirina çarenûsa wan, li ku ne, çawa ne, girtî ne. Navên ku me ji hinek aliyên siyasî, bi taybet negirtine. Eger navên din jî hebin ji aliyên siyasî û karibin navan ji me re bişînin, em weke komîte amade ne, ji bo ku em karibin li ser vê dosyeyê xebatek bidin meşandin.”