Qeymeqamê nû yê Şingalê hat diyarkirin

Piştî rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê, îro Qemeqamê nû yê Navçeya Şingalê hat diyarkirin.

Şingal (K24) – Piştî rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser asayîkirina rewşa îdarî û ewlehî ya Şingalê, îro Xidir Reşo Şingalî, rêveberê berê yê nahiya Sinûnê, weke Qemeqamê nû yê Navçeya Şingalê hat diyarkirin.

Îdrîs Zozanî, Kargêrê Liqa 17 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Şingalê ji Kurdistan24ê re ragihand; li gor rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, îdareyeke nû li sînorê navçeya Şingalê dê were pêkanîn û kesekî bêalî bibe Qeymeqam. Îro jî ev yek hat kirin û Qeymeqamê nû yê Şingalê hat destnîşankirin.

Xidir Reşo Şingalî di sala 1968an de jidayîk bûye û xelkê Şingalê ye. Berî 2014an, Rêveberê Nahiya Sinûnê ya ser bi navçeya Şingalê bû.