COVID-19! "Vaksînên dijevîrûs serneketin"
Navenda Nûçeyan (K24) - Endama Desteya Zanistê ya Tirkiyeyê Dr. Serap Şimşek Yavûz dibêje, "Li cîhanê, dijevîrûsên ji bo dermankirina vîrûsa koronayê hatine çêkirin serneketin."
Yavuzê li ser hejmara xwe Twitterê peyamek belav kir û rewşa hilberandina vaksînên dijevîrûs diyar kir.
Yavûz dibêje, "Vaksînên dijevîrûs ên ji bo COVID-19 (vîrûsa korona) hatine çêkirin serneketin. Divê xebatên bi cûreke nû bi lez destpê bikin."