Berpirsekî Hevpeymaniya Niştimanî li Qendîlê winda bû

Endamê Encûmena Cîbicîkirinê û Berpirsê Devera Raperînê yê Hevpeymaniya Niştimanî Mihemed Girtkî li binarê Qendîlê û sînorê PKKê winda bû.

Hewlêr (K24) - Endamê Encûmena Cîbicîkirinê û Berpirsê Devera Raperînê yê Hevpeymaniya Niştimanî Mihemed Girtkî li binarê Qendîlê û sînorê PKKê winda bû.

Bawer Mihemed, kurê Mihemed Girtkî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Bavê min roja pêncşemê 15ê Cotmeha 2020an di demjimêr 09:00ê de li Ranyayê ji malê derket û di heman rojê de di demjimêr 12:00an de telefona wî hat girtin û winda bû.”

Malbata Berpirsê Devera Raperînê yê Hevpeymaniya Niştimanî di heman roja windabûna Mihemed Girtkî de, ewlehî û polîsên Ranyayê agahdar kirine, lê kurê wî dibêje: “Heta niha ti agahî derbarê bavê min de tine ye.”

Mihemed Girtkî roja pêncşema borî bi otomobîla xwe ji mala xwe derketiye û kurê wî dibêje: “Cihê herî dawî yê ku bavê min hat dîtin xala kontrolê ya Asayîşa Zurkana ye.” Paşê ew ketiye devera binarê Qendîlê û piştre ti agahî jê tine.

Devera ku Berpirsê Devera Raperînê yê Hevpeymaniya Niştimanî çûye, sînorê desthilata Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.