Mala dengbêjan a Diyarbekirê careke din vebû

Mala dengbêjan ji ber vîrusa Koronayê 6 mehan girtî bû.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) – Di çarçoveya bergiriyên Vîrusa Koronayê de, Mala Dengbêjan a li Sûra Diyarbekirê ye, ji meha Adarê ve girtî bû. Bi sistkirina bergiriyan û asayîbûna jiyana rojane re jî Mala Dengbêja ji nû ve vebû. Dengbêj dibêjin wan gelek bîriya Mala Dengbêjan kiribûn ku ew gelek keyfxweş in bi vegera dengbêjiyê.

Mala Dengbêjan a navdar ya ku li navçeya dîrokî ya Sûr a Diyarbekirê ye ji nu ve vebu. Mala dengbêjan 6 meh bûn di çarçoveya bergiriyên Vîrusa Koronayê de girtî bû. Bi sistbuna bergiriyan û asayîbuna jiyana rojane re jî biryar hat dayîn ku Mala Dengbêja a Diyarbekirê ji bo guhdaran ji nu ve were vekirin. Dengbêjên ku di Mala Dengbêjan de kilaman dibêjin jî ji vê biryarê gelek keyfxweş in. Dengbêj Hesenê Şilbê dibêje dengbêjî ji bo wî wek nan û av e û pêvajoya dur mayîna ji Mala Dengbêjan ji bo wî gelek zehmet bû.

Piştî ku Mala Dengbêjan ji nu ve vebu jî hêdî hêdî digihîje ser derba xwe ya berê û guhdarên dengbêjiyê berê xwe didin hewşa ku denge dengbêjan tê de berz dibe. Dengbêj Elîcan Pasurî dibêje Mala Dengbêjan li gel çand û hunerê sudeke mezin dide qada geştiyariyê jî û kesên ku binasin jî nenasin jî eleqeyeke baş bo dengbêjiyê nîşan didin.

Mala Dengbêjan a Diyarbekirê ji sala 2007an ve xizmetê dide û girêdayî Şaredariya Bajarê Mezina Diyarbekirê xebatên xwe dimeşîne. Mala Dengbêjan ji bilî rojên dûşemê her 6 rojên din vekiriye û di navbera demjimêr 09.00 û demjimêr 17.00an de mazuvaniya heskiriyên dengbêjiyê dike.