'Gendeliya kirîna çekan artêşa Iraqê têk bir'

Piraniya gendeliyên li Iraqê di girêbestên kirîna çek û kelûpelên leşkerî de ne.

Hewlêr (K24) - Endamê Komîteya Asayiş û Bergirîyê ya Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî dibêje, "Li Iraqê di kirîna çekan de gendelî heye. Hinek çekên kirîne ne kêrî bikaranînê nayên."

Pisporê leşkerî yê berê yê Artêşa Iraqê Mihemed Sabir jî dibêje, "Gendeliya di kirîna çekan de li Iraqê bi qasî 150 mîlyar dolar e."

Piraniya gendeliyên li Iraqê di girêbestên kirîna çek û kelûpelên leşkerî de ne. Ev yek jî bandorê li ser lawazbûna artêşa Iraqê dike.

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cûme Enat jî ragihand, "Dê Lijneya Asayîş û Parastina Iraqê ya Parlamentoyê dê derheqê vê mijarê de kom bibe."

Her wiha dibêje, "Yek ji peymanên herî xirab kirîna çekên Ûkraynayê ye. Ku wesayîtên zirxî, katyûşa, tankên sotemeniyê hatine kirîn."

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê yê Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî ji Kurdistan24'ê re dibêje:

 

"Wezîrê Parastinê di civîna xwe ya li gel me de qebûl kir ku di wezareta wî de gendelî gelek e. Bi taybetî di kirîna çek û pêdiviyên leşkerî de"

Her wiha dibêje;

"Komîteyeke taybet ji bo lêpirsîna gendeliyê di kirîna çek û pêdiviyên leşkerî de hatiye avakirin.

Yek ji peymanên kirîna çekan a sala 2009'an a bi Ûkraynayê re bû. Çekên wan di sala 2011'an de gihaşt Iraqê. Lê kêrî bikaranînê nedihatin.

Sala 2004'ê Rejîma BEES têk çû. Iraqê peymanên kirîna çek û pêdiviyan çêkirin. Lê artêş her lawaz û bêhêz bû. Sedemek jî nebûna çekên kêrhatî bû.

Pisporê leşkerî Mihemed Sabir berê di Artêşa Iraqê de berpirs bû.

Sabir dibêje, "Piraniya çekên ji Wezareta Parastinê û Navxweyî re hatine kirîn, nekêrhatî bûn. Peymanên kirîna wan çekan ne li gor yasayê bûn."

Peymana kirîna çek û pêdiviyên leşkerî yek ji gendeliyên mezin ên Iraqê ye. Iraq hersal bûtçeyeke mezin ji bo kirîna çekan diyar dike. Ji ber gendeliyê Artêşa Iraqê li ser rûyê erdê û li asîmanan têk çûye.