Twitter peyama Donald Trump jê dibe!

Heta niha 217 hezar Amerîkî ji ber vîrûsa Corona mirine.

Navenda Nûçeyan (K24) - Kompaniya Twîtterê, twîteke Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emrîka (DYA) Donald Trûmpî jê bir. Sedema jêbirina twîtê wekî "dayîna agayiyên xelet û şaşkirina mirovan" hat nîşandan.

Trump, li ser Twitterê peyamekê belav dike û dibêje "lixwekirina maskeyan bêbandor e." Ev jî li dijî yasa, rê û rêbazên weşana Twitterê ye. Lewma Twitter vê peyamê radike.

Heta niha Qesra Spî derheqê vê mijarê de çi tişt ne weşandine.

Beriya niha jî serokê DYA'yê ragihandibû ku Korona (COVID 19) dişibe grîba normal û divê nexweşî neyê mezinkirin.

Heta niha 217 hezar Amerîkî ji ber vîrûsa Corona mirine.