Raporta sê mehan a reformê gihişt Parlamentoya Herêma Kurdistanê!

Hewlêr (K24) - Encûmena Wezîrên a Herêma Kurdistanê raporta sê mehan a yasaya çaksaziyê (reformê) ji Parlamentoyê re şand. Îro dê rêkarên yasayî bi dawî bibin. Piştre jî dê radestî parlementeran were kirin.

Sekreterê Komîteya Bilind ya Çaksazîyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulhaçîm Xesro pirsên Kurdistan24'ê dide û dibeje, "Dema Serokê Encûmena Wezîran (Mesrûr Barzanî) li Parlamentoya Herêma Kurdistanê raportek pêşkêş kir. Hingê diyar kir ku 'dê raporteke berfireh ji bo parlamentoyê bişîne.' Raporta çaksayiê raporteke berfireh e. Hemû mijarên çaksaziyê têde hene: Wekî çaksaziya mûçe, xanenişî (teqawid) û hemû îmtiyazên din ên di bûtçeya giştî ya Herêma Kurdistanê de."

Xesro pişrast dike û dibêje,"Ev raport bi hûrgûlî behsa birge û maddeyan dike. Li ser her birge û madeeyê heta niha Hikûmetê çi kiriye, çi encam dane dinivîse. Em dizanîn ji 1'ê Tîrmeha 2020'an be yasaya çaksaziyê tê cîbecîkirin. Beşek ji birge û maddeyan bi temamî hatiye cîbecîkirin. Bi taybetî di warê teqawîtbûnê de! Ji derveyî yasayê hîç gavek nehat avêtin. Deynên bazirganî ber bi dûmahiyê ve tê. Pêdeçûna menefê fermanberan, dubare hejmarkirina xizmetê. Ev pêvajoyekî gelek baş bû. Pêdeçûna 207 hezar faylên (dosye) fermanberan hatiye kirin."

Piştî Mesrûr Barzanî wekî Serokê Hîkûmeta Herêma Kurdistanê hat hilbijartin di her warî de dest bi reformê kir. Barznî berî hefteyekê li parlamentoyê derheqê reformê de gotarek pêşkêşkir. Di gotarê de yek bi yek behsa gavên hatine avêtin kir. Her wiha bersiva pirsên hemû parlamenteran da.