Reform berdewam e! Ji 20'an zêdetir kompaniyên bac nedane tên dadgehkirin!

Li Herêma Kurdistanê, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çaksaziya darayî û aborî dest pê kiriye.

Hewlêr (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya cîbecîkirina yasaya çaksaziyê (reformê) de ji 20'an zêdetir kompaniyan dide dadgehê.

Li Herêma Kurdistanê, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çaksaziya darayî û aborî dest pê kiriye.

Wezareta Darayî û Aborî ragihand ku pêngaveka din a çaksaziyê dest pê dike. Mijara vê pêngavê bac e. Lewra ji 20'dan zêdetir kompaniyên bac nedane yan jî xwe ji bacê dizîne dê bidin dadgehê. Rêveberiya Giştî ya Bacê dê dozê li ser wan kompaniyan veke.

Wezareta Darayî û Aborî diyar kir ku, ew kes, alî û kompaniyên xwe ji bacê bidizin dê bi tûndî werin cizakirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 5'î Cotmeha 2020'ê li parlamentoyê derheqê çaksaziyê de raportek belav kir û bersiva pirsên parlementeran da.  Barzanî got, "Çaksazî proseyeke berdewam e û hemû kartan li xwe digire."

Ji bo xwendin û gûhdarkirina Serokê Hikûmetê vir bitikînin.