Amerîka bo Iraqê: Zû mîlîşyayên ser bi Îranê kontrol bike

Wezareta Derve ya Amerîka radigihîne: "Mîlîşyayên ser bi Îranê ve, Iraqê ber bi tundûtûjiya mezhebî û olî ve dibin."

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîka bi tundî revandin û kuştina sivîlan ji aliyê mîlîşyayan ve li parêzgeha Selahadînê şermezar dike û radigihîne: "Mîlîşyayên ser bi Îranê ve, Iraqê ber bi tundûtûjiya mezhebî û olî ve dibin."

Wezareta Derve ya Amerîka duhî di daxuyanîyekê de ragihand, bûyera kuştina welatîyên sivîl û êrîşa ser Liqa Partîya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê ji alîyê mîlîşyayên ser bi Îranê ve di heyama çend demjimêran de çêbûye.

Amerîka bang li hikûmeta Iraqê dike ku "Di demeke nêz de hewl bide mîlîşyayên ser bi Îranê kontrol bike, ji ber ku ew li derveyî yasayê ne û êrîşî ser kemîneyên olî û neteweyî, xwepêşandêrên aştiyane, çalakvanan, baregehên partiyan û dîplomatan dikin."

Amerîka daxwaz ji hemû aliyan dike ku ji bo derbaskirina krîza aborî, ewlekarî û nexweşiya Koronayê, bi hev re û bi berpirsiyane kar bikin.

Sê roj berê li herêma Ferhatiyê ya parêzgeha Selahadînê roja 17.10.2020'an de 12 kes hatibûn revandin. Li gor zanyariyên K24ê piştî lêgerîna hêzên ewlekarî, termên 8 kesan hatin dîtin. Heta niha jî çarenivîsa 4 kesan jî ne diyar e.

Malbatên qurbaniyan jî, Lîwaya 42 a Asayib Ehlul Heq bi encamdana wê bûyerê tomatbar dikin.

Herwiha di heman rojê de jî, alîgirên Heşda Şeibî êrîşî ser baregaha Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê kirin û şewitandin. Êrîşkeran ala Kurdistanê jî şewitandin, vê yekê jî karvedaneke mezin li pişt xwe anî.