Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Xed a Sûriyê kir

Serok Mesûd Barzanî roja sêşemê 20ê Cotmeha 2020an li Selahedîn pêşwazî li Serokê Tevgera Xed a Sûriyê Ehmed El Cerba kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî roja sêşemê 20ê Cotmeha 2020an li Selahedîn pêşwazî li Serokê Tevgera Xed a Sûriyê Ehmed El Cerba kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya herêmê û geşedanên herî dawî yên Sûriye û rewşa aliyên Kurdî yên Sûriyê û operasyonên wî welatî hat gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya pêkahatina bereya aştî û azadî ya Sûriyê kir û weke pêngaveke erênî û baş wesf kir.