Li Kerkûkê goreke bikom hat dîtin

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê îro sêşemê ragihand ku hêzeke ewlehiyê goreke bikom li parêzgeha Kerkûkê dît û tê de termên 25 kesan hene.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê îro sêşemê ragihand ku hêzeke ewlehiyê goreke bikom li parêzgeha Kerkûkê dît û tê de termên 25 kesan hene.

Malpera Sumeriye News îro ji çavkaniyeke ewlehiyê ragihand "hêzeke ewlehiyê di dema erkê pişkinînê de li gundê Dawid Eloke yê parêzgeha Kerkûkê goreke bikom dît û di nava gorê de 25 laş hene".

Herwiha eşkere kiriye: “Di nava wê gorê de termên wan kesan hene ku dema rêxistina terorê ya DAIŞê gundê wan dagir kiriye, ew kuştine û avêtine gorê.”