2 hezar û 500 polîs ji bo Şingalê têne damezrandin

Du hezar û 500 polîs ji bo parastina Şingalê têne damezrandin ku hezar û pêncsed ji wan, ji koçberên nav kampan in û hezar polîs jî ji nişteciyên Şingalê ne.

Şingal (K24) – Du hezar û 500 polîs ji bo parastina Şingalê têne damezrandin ku hezar û pêncsed ji wan, ji koçberên nav kampan in û hezar polîs jî ji nişteciyên Şingalê ne.

Qeymeqamê Şingalê diyar dike ku rojane çendîn kes ji koçberên Şingalê daxwaza damezrandinê dikin û eşkere dike ku heta niha zêdetirî deh hezar kes daxwaza damezrandinê di rêza hêzên polîsên Şingalê de kirine.

Rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, dikeve warê cîbicîkirinê. Yek ji xalên rêkeftinê ew e ku 2500 kes weke polîsê ser bi hikûmeta federalî werin damezrandin û 1500 ji wan, di nav kampên awareyan de û 1000 kes jî li Şingalê bin.

Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl eşkere kir ku rojane bêtirî 10 hezar kes navên xwe tomar dikin û ewên dê werin damezrandin divê xwedî çend şert û mercan bibin ku yek ji wan; temenê wan di navbera 18 û 35 salî de be û ti pirsgirêkeke wan a yasayî tinebe.

Di navenda Şingal û derdora wê de hejmarek ji hêzên cuda cuda hene. Li gor rêkeftinê, divê hemû hêz vekişin û ewên têne damezrandin ligel polîsên din cihê wan bigrin û ji bo parastina ewlehiya Şingalê ewên ku têne damezrandin, divê hemû ji xelkê Şingalê bin.