Erdogan: Me S-400 ceriband û helwesta Amerîkayê ji bo me ne girîng e

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand; welatê wî sîstema S-400 ceribandiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand; welatê wî sîstema S-400 ceribandiye û got: “Helwesta Washingtonê li ser vê mijarê, ji bo wan girîng nîne.”

Recep Tayyip Erdogan îro înê ji rojnamevanan re ragihand: “Zanyariyên li ser ceribandinê rast in, helwesta Amerîkayê ya li ser vê mijarê ji bo me girîng nîne, em ji wan destûrê jî wernagirin.”

Erdogan destnîşan kir: “Yewnanistan xwedî sîstema S-300 a Rûsî ye û bi kar jî tîne. Gelo Amerîka li ser vê, ji aliyê Yewnanistanê pirsî? Na.”

Herwiha tekez kir ku ceribandina S-400 û cureyên din ên çekan ji aliyê Tirkiyê ve berdewam e.

Berî niha, Amerîkayê bikaranîna sîstema S-400 ji aliyê Tirkiyê ve, bi tundî şermezar kir û hişyarî da ku "encamên xirab" dê derkevin holê.