Welatekî din jî peywendiyên xwe yên ligel Îsraîlê asayî kir

Serkirdeyên welatên Amerîka, Îsraîl û Sûdanê di daxuyaniyeke hevbeş de bi fermî ragihand ku Tel Avîv û Xertûm li ser asayîkirina peywendiyên xwe gihiştin rêkeftinê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyên welatên Amerîka, Îsraîl û Sûdanê di daxuyaniyeke hevbeş de bi fermî ragihand ku Tel Avîv û Xertûm li ser asayîkirina peywendiyên xwe gihiştin rêkeftinê.

Di daxuyaniya hevbeş de hat eşkerekirin: “Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Encûmena Întiqalî ya Sûdanê Ebdulfetah Burhan, Serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemdûk û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bi rêya telefonê li ser pêngaveke dîrokî gotûbêj kirin, ku Sûdan karî di gotûbêjê de pêngavek ber bi demokrasiyê biavêje û piştevaniya aştiyê li herêmê bike.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Ev rêkeftin avakirina peywendiyên aborî û bazirganî ya navbera Sûdan û Îsraîlê li xwe digre, tevî girîngîdana peywendiyên di warê çandiniyê de.”

Hatiye tekezkirin: “Amerîka çend pêngavek ji bo vegerandina parêzbendiyên Sûdanê û serweriya wî diavêje û hevparên navdewletî jî han dide ku çavê xwe li ber deynên li ser Sûdanê bigrin.”

Hêjayî gotinê ye ku berî niha welatên Îmarat û Behreyn jî peywendiyên xwe yên li gel Îsraîlê asayî kiribûn.