Parlementerê HDPê: AKP dixwaze HDPê di bin bendavê de bihêle

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryaki li ser binçavkirina endamên HDPê axivî.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) - Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryaki li ser binçavkirina endamên HDPê ragihand: “Herhal AKP bawer dike, bi van êrîşan HDP di bin bendavê de bihêle û HDPê biçûk bike, lê belê HDP heya îro li ser piya maye û AKP negihiştiye armanca xwe.”

Mehmet Ruştu Tiryaki beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser girtina endam û rêveberên HDPê bersiv da pirsên Cemal Batun.

Tiryaki bal kişande ser wê yekê ku di sala 2015an de HDPê bendava hilbijartinê derbas kiribû û %13 dengên Tirkiyê wergirtibûn û got: “Ji wê rojê heya vêga ew zilm û zordarî û ev êrîşên ser partiya me dewam dikin. Em bi temamî nizanin çend kes heya îro hatine binçavkirin, çend kes hatine girtin, lê belê ez dikarim vêya bêjim, di van pênc salan de 16 hezar zêdetir hevalên me yên endamên partiyê û yên ku di nav rêveberiyê de cih girtine, hatine binçavkirin û nêzîkî 3 hezar hevalên me jî hatine girtin.”

Tiryaki diyar kir: “Herhal AKP bawer dike, bi van êrîşan HDP di bin bendavê de bihêle û HDPê biçûk bike, lê belê HDP heya îro li ser piya maye û AKP negihiştiye armanca xwe.”

Rayedar û medyaya Tirkiyê dibêjin peywendiya HDPê bi PKKê re heye, li ser vê mijarê Mehmet Ruştu Tiryaki eşkere kir: “Wan ev yek ji xwe re ji bo operasyon, binçavkirin û girtinan derxistine, ev dereweke mezin e.”

Mehmet Ruştu Tiryaki bal kişande ser wê yekê ku êrîşên ser HDPê di heman demê de êrîşa ser 6 milyon û nîv dengderên vê partiyê ye û got: “Belkî îro gel dengê xwe dernaxe, belkî îro gel nikare derkeve kuçe û kolanan û nerazîbûna xwe bîne ziman, lê belê em her roj li taxan, li gundan, li bajaran, li navçeyan dixebitin, xebata siyasî dimeşînin, rûbirû em wextê tên ba gel, gel ji me re nerazîbûna xwe tînin ziman. Ew jî dibêjin dê roja dengdanê were û em ê bersiveke mezin bidin AKP û MHPê.”