Saziyên sivîl ji rêbaza restorasyona sûrên Diyarbekirê nîgeran in

Avahîsaz di vê mijarê de ji UNESCOyê jî bi gilî ne ku gorî hevsengiyên siyasî tevdigere.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Yekîtiya Jûrên Avahîsaz û Endazyaran a Tirkiyeyê bi civîneke çapemeniyê bal kişand ku Sûra Diyarbekirê ji sala 2015an ve bin navê avedankirin û restorasyonê de tê ji rewşa xwe ya resen dûr dikeve û dibe deriyê berjewendiyên bazirganiyê. Avahîsaz di vê mijarê de ji UNESCOyê jî bi gilî ne ku gorî hevsengiyên siyasî tevdigere.

Li Sûra Diyarbekirê derbarê rêbazên avedankirin û restorasyonê de ji aliyê avahîsaz û endazyaran ve civînek çapemeniyê hatlidarxistin ku rexne li rêbazên restorasyonê kirin.

Di daxuyaniyê de ji aliyê Yekîtiya Jurên Avahîsaz û Endazyaran a Tirkiyeyê ve hat amajekirin ku xebatên ku ji bo avedankirin û restorasyonê tên meşandin bircan û avahiyên dîrokî dixin metirsiya ruxandinê û ji rewşa xwe ya resen dûr dikevin. Sekreterê Yekîtiya Jurên Avahîsaz û Endazyaran a Tirkiyeyê yê Şaxa Diyarbekir Dogan Hatun anî zimên ku dema derbarê restorasyon û xebatên ser Sûrê biryar werin wergirtin li ti sazî û kesayetên berpirsiyar naşewirin û ev yek zirarê dide Sûra dîrokî.

Dogan Hatun ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di sala 2015an de bi hênceta şer Sûra hat valakirin û avahiyên ji rewşa resen dur hatin avakirin. 2016an de serokwezîrê wê demê got emê Sûrê bikin Toledo lê paşê bi wesaîtên giran xwestin serobino bikin. Di sala 1930an de parêzerê Diyarbekir bi hênceta ku bajêr dimîne bêhewa beşek ji bircên Sûrê ruxandibu. Wezîrê niha jî dibêje em ê wê beşe ji nu ve ava bikin. Biryara ruxandinê çiqas şaş be bişyara avakirina wê beşe jî ewqas şaş e. Dê zirarê bide bircan.”

Avahîsaz balê dikêşin ku Sûr a Diyarbekirê hem bi bircên xwe yên bedew û dîrokî û hem jî bi avahiyên xwe yên rengîn û cawaz d cîhanê de navdar e û divê wisa ne hêsan be ku li ser rewşa resen a Sûrê mudaxaleyên wisa ji zanistê dur werin kirin. Avahîsaz Şerefxan Aydin div î warî de rexenyan li UNESCOyê jî dike ku erke xwe baş cîbicî nake.

Şerefhan Aydin destnîşan kir: “Dema ku Bircên Diyarbekir û Baxên Hewselê wek mîrateya çandî û dîrokî ji aliyê UNESCOyê ve hat pejirandin em keyfxweş bûn. Lê niha em dinerin ku UNESCO jî li gorî hevsengiyên siyasî tevdigere. Li gel hemu bang û nameyên me UNESCO qet ti gavan navêje. Em vê yekê bi têkilî û berjewendiyên siyasî ve girê didin.”

Di meha îlonê de ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekir ve hatibu ragihandin ku wan dest bi restorasyona Bircên Diyarbekir kirine û bo vê projeyê jî 9 milyon û 471hezar lîreyê tirkî hatiye veqetandin ku biryar e proje di nava 500 rojan de bi dawî bibe. Parêzgerî berovajiyê rexenyan amaje dike ku projeya restorasyonê bi şewirmendiya pisporan hatiye amadekirin.